Korona
Wêne: Omer Photoscene Kurteçîrokên needebî Roja yekşemê, li Xana Hawêl, saet li dora dehê sibehê bû. Li ber avahiya PTTê 9-10 heb mêr ketibûn rêzekî -ji bo karên xwe yên xûsusî. Ez jî yek ji wan kesan bûm. Min di wexteke de dît ku, du kalemêr ji rêza ku em tê dane de, derketine; temenê herdu kalemêra jî li jor 60a xuya dikir. Li gorî ku min ji wan seh kir, yek ji wan kalemêra ji mihêla Hawêl hatibû li vir, yê dinê jî ji Weysel Qiran. Herdu kalemêra wê wextê bi hev re ketibûn nav mijûlayiyan. Wekî ku tê gotin, yekî digot yekî jî li serî zêde dikir. Kalemêrê ku ji mihêla Hawêl hatibû di xeberdaneke xwe de, yê ji ba xwe re wisa got; “Birazî bi Xwedê ev virus, ji sucê ev jinên ku xwe tazî avê dixin derketiye, tevî vî virusê ewana aniye, ez dibêjim ev xezeba Xwedê Teala ye, ji me evdên xwe yê gunehkar re şandiye, da ku em ji xwe re tiştekî jê fêr/hîn bibin.” Kalemêrê ku ji Weysel Qiran hatibû li wir bersiv da yê ba xwe re, got; “Na apo na, xeletiya te heye; dibêjin ku ev virus